Şamê bi çekê giran derdora Bendava Tişrînê topbaran kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku, hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê sînorên agirbestê binpê kirine û bi çekên giran êrîş kiriye ser deverên avedaniyê yên derdora Bendava Tişrînê, ev yek jî wekî helkêşaneka xeter binav kir ku rasterast jiyana welatiyên sivîl xistiye xeterê.

Li gorî zanyarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), komên çekdar ên girêdayî hikûmeta navendî ya Sûriyeyê derengiya şevêdî çend deverên stratejîk topbaran kirin.

Di wê êrîşê de çekên giran û top hatine bikaranîn, bi taybetî jî li gundên Hec Hisên û Şêx Mehşî, û herwesa bilindahiyên Girê Siryatêlê li derdora Bendava Tişrînê kirine armanc.

HSDê berpirsyariya temam a aloziyan xist ser hikûmeta Şamê û tekez jî kir ku, tevgerên leşkerî yên bi vî rengî li ser aramiya deverê û silametiya şêniyên wê gefên rasterast in, ku divê pêşî lê bê girtin.

Bendava Tişrînê, ku li ser Çemê Firatê ye, xaleka stratejîk a bakurê Sûriyeyê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye. Ev binpêkirina leşkerî ya nû bi daxuyaniya berê ya HSDê re hevdem e, ku amaje dabû wê yekê ku danûstandinên wan bi Şamê re ji bo yekkirina hêzan û çareseriya siyasî gihîştine asteka bê encam û hikûmeta Sûriyeyê bersiva pêşengiyên wan nedaye.