Jan Dost: Xwendin û nivîsîna Kurdî di rewşa aştiyê de geş dibe

Stenbol (K24) – Nivîskarê diyar Jan Dost li 42. Pêşengeha Pirtûkan a Navdewletî ya Stenbolê ya pirtûkên xwe îmze kirin. Xwendevan ji dîtina Jan Dost kelecan bûn. Jan Dost jî dilxweş bû û ew li ser pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê bo Kurdistan24ê axivî û got, ev pêvajo şer û alozî rawestandiye û di pêvajoyên wiha de xwendin û nivîsîna Kurdî dikare pêş bikeve. 

42. Pêşengeha Pirtûkan a Navdewletî ya Stenbolê ya berdewam e û qelebalixiya ber Weşanxaneyên Kurdî kêm nabe. Dema mêvan, nivîskarekî diyar û berhemdar be, bazar û civata Kurdî jî germ dibe. 

Beşdariya Jan Dostî bo pêşengehê edebiyathezên ciwanên Kurd ên Stenbolê jî têra xwe kelecan kiriye. 

Xwendekar Serap Han: "Min Jan Dost dişopand. Min dît li fuarê pirtûkan îmze dike, min got divê ez herim îmze bikim. Ez û birayê xwe û mamoste Yaqûb hatin. Me du pirtûkên wî girtin; 'Otobusa Kesk' û 'Mîrname' da ku îmze bike. Ez ji dîtina wî pir kêfxweş bûm."

Parêzer Ehmed Belten: "Bi Jan Dost ez gelekî kelecan bûm. Ji ber ku min berê berhemên wî xwendibû. Bi taybetî min 'Naqosên Romayê' û 'Perik' (werger) xwendibû. Dema ez xwendekar bûm min xwendibû û ez hê jî di bin bandora pirtûkê de me. Min dît ku hatiye, min xwest wî bibînim. Min pirtûk îmze kirin, hem ji bo xwe hem ji bo hevalekî xwe da ku diyarî bikim. Gelekî kêfxweş im ji bo Jan Dost hatiye vir."

Jan Dost, çend wêjenas û romanivîsek diyar be, ew hinde bûyer û pêşhatên siyasî jî dişopîne û ji bo pêşketina xwendin û nivîsîna Kurdî, pêvajoya aşitiyê yê li Tirkiyeyê xêr dibîne.

Nivîskar Jan Dost ji K24ê re got: "Di aştiyê de dikare ew armancên me yên ku em ewqas sal ji bo wan dixebitin, zûtir pêk werin. Yanî bawer bike, pênc sal xebata sivîl, pir çêtir e ji çil sal xebata leşkerî. Eve çil sal e xebateke leşkerî heye, heta niha jî em dibêjin ziman û ziman, me tiştek bi ser nexistiye. Ji bo wê ez dibêjim ev pêvajoya nû, pêvajoyek ji bo miletê Kurd destkeftiyek e, serkeftiyek e û divê êdî Kurd li vê derê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê venegerin tivingê. Ji ber ku tiving wê nikaribe tiştekî ji mafên me pêk bîne."

Jan Dost heta niha derûdora 40 berhem nivîsîne û hejmareke zêde ji wan roman in.

Weşanxaneya Doz bi hevkariya Kurdistan Cronicle dê roja Şemiyê li Diyarbekirê bi kokteylekê vê romana ku behsa jiyan û têkoşîna Mele Mistefa Barzanî dike, bide nasîn û Jan Dost li wir jî pirtûkên xwe îmze bike. Hezkiriyên wî û dildarên Kurdî dikarin jê nemînin.