Li Hewlêrê karmendekî Wezareta Pêşmerge hat revandin û eşkencekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Karmendê Wezareta Pêşmerge û kadroyê YNKê Mîran Bekir, li nêzîkî Polîtburoya Yekîtiyê li Hewlêrê hat revandin û eşkencekirin. Wezareta Pêşmerge ragihand, wan dest bi lêkolînê kiriye.

Nivîsgeha Rojnamevanî ya Wezîrê Pêşmerge îro 20ê Berçileyê daxuyaniyek belav kir û ragihand, şeva borî karmendê wan Mîran Bekir Ebdulrehman tûşî "bûyereke nexwastî" bûye û wan demildest lîjneyeke lêkolînê ji bo zelalkirina hûrgiliyan pêk aniye.

Çîroka Revandinê

Mîran Bekir ji Kurdistan 24ê re hûrgiliyên bûyerê aşkere kirin û got: "Saet 11:00ê şeva borî, li Taxa Şehîdan a Hewlêrê (nêzîkî Polîtburoya YNKê), piştî ku ez ji mala hevalekî xwe derketim, hêzeke perwerdekirî êrîşî min kir."

Bekir diyar kir, wan tûrik xistine serê wî, ew kelepçe kirine û avêtine nava otomobîlekê. Herwiha got: "Ev pêngaveke metirsîdar e, çimkî tûrik tenê dixine serê terorîstan. Li gel lêdan û şeq û kulman, dijûn jî didan min."

"Hêza Dije-Terora YNKê bûn"

Li gorî gotina Mîran Bekir, ew hêz a "Operasyona Dije-Teror û Asayîşa YNKê" bûye. Ew sê demjimêran hatiye desteserkirin, otomobîla wî hatiye pişkînîn û nasnameya wî birine.

Mîran Bekir got: "Ew hêz wekî çeteyan û dûrî nirxên mirovî tevdigeriyan. Lêdana wan profesyonelane bû, ji ber lêdanê perdeya guhê min teqiyaye û şikestin heye. Piştre gotin 'şaşî çêbûye û em daxwaza lêborînê dikin'."

Daxuyaniya Wezaretê

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de, tevî ragihandina pêkhênana lîjneya lêkolînê, ronîkirinek jî da û diyar kir: "Mîran Bekir ev du sal in posta Sekreterê Rojnamevanî yê Wezîrê Pêşmerge hiştiye û niha ew berpirsyarî li cem nîne, tenê karmendê wezaretê ye."