Ramanli: Sîstema 'yek ziman û yek netewe' Tirkiye lawaz kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Batmanê yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Serkan Ramanli, rexne li sîstema "yek ziman û yek netewe" girt û êrîşên li dijî Leyla Zanayê şermezar kirin.

Serkan Ramanli îro 20ê Berçileyê ji K24ê re got: "Ji xwe Tirkiye ji damezirandina xwe ve lawaz e, ji vê zêdetir lawaz nabe. Sedema vê lawaziyê jî sîstema 'yek ziman û yek netewe' ye. Ew nêrîna ku dibêje zimanê Kurdî bibe fermî dê dewlet lawaz bibe, ne rast e."

Parlamenterê Huda-Parê tekez kir, Tirkiye dewleta Tirk û Kurdan e û wan bi hev re ava kiriye, lewma mafê Tirkan çi be, divê yê Kurdan jî ew be.

Sivikatiyên li dijî Leyla Zanayê

Derbarê dirûşmên nijadperest ên ku di stadyûmê de li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatibûn kirin, Ramanli bertekeke tund nîşan da û got: "Heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dijî mirovahiyê ne û em qebûl nakin. Di nijadperestiyê de hevênê mirovahiyê nîne û ew ji nirxên mirovî dûr e."