Hendirên Xoşnaw wekî yek ji 50 baştirîn karîkaturîstên cîhanê hat hilbijartin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendê Kurd ê şêwekar Hendirên Xoşnaw îsal wekî yek ji 50 karîkaturîstên herî baş û serketî yên cîhanê hat hilbijartin. Wî got: "Ev destkeftiyeka girîng a cîhanî ye, ji bo min û ji bo hunera karîkaturan li Kurdistanê."
Hunermendê şêwekar Hendirên Xoşnaw îro (Şemî, 20.12.2025) di derheqa destnîşankirina wî wekî yek ji 50 karîkaturîstên herî baş ên cîhanê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di hemî salên xebata xwe ya di warê hunerê şêwekarî, karîkatur û kartonan de, min her tim bizav kiriye ku guhertin, nûkirin û pêşengiyan bikim.”
Hendirên Xoşnaw ron jî kir: “Ez bizavê dikim ku xwe û awa û ramanên xwe pêş bixim, ne ku xwe di astek û awayekê diyarkirî de sînordar bikim, min her tim çalakî hebin, li hundirê Kurdistan û Iraqê û herwesa li derveyî Kurdistanê jî bi eynî awayî, belkî gelek zêdetir jî.”
Navbirî behsa vê destkeftiya xwe ya girîng kir û got: “Îsal, min li gelek welatên cîhanê zêdetirî 20 çalakî û tevlîbûnên navneteweyî hebûn. Ji bo van tevlîbûnên min, Rêxistina Navneteweyî ya Ostinê ya Hunerên Karîkatur û Kartonan ku li sala 1945ê hatiye damezrandin û her sal çalakiyên navneteweyî yên bi vî rengî li dar dixe, li dû pîverên şarezayên xwe, di qonaxa yekê de ez wekî yek ji 100 baştirîn û serkeftîtirîn hunermendan hilbijartim.”
Hunermendê Kurd ê şêwekar eşkere jî kir: “Di qonaxa duyê de jî, dîsa wan ez wekî yek ji 50 karîkaturîstên herî baş ên cîhanê destnîşan kirim, ku ev jî ji bo min û ji bo hunera karîkaturan li Kurdistanê destkeftiyeka girîng a cîhanî ye.”
Hunermend Hendirên Xoşnaw ji bajarê Hewlêrê ye, her ji zarokatiya xwe ve tevlî pêşangehên Birêvebiriya Çalakiyên Dibistanan bûye. Wî li sala 1986ê pêşangeha yekê ya taybet a şêwekarî û paştir a karîkaturan li Hewlêrê vekir.
Ew ji sala 2000ê ve tevlî çalakiyên navneteweyî yên şêwekarî û karîkaturan bûye. Li piraniya welatên cîhanê, wî zêdetirî 220 çalakî û tevlîbûnên navneteweyî hene û gelek xelat û bawername û rêzgirtinên cuda cuda pêşkêşî wî hatine kirin.