Ji ber lehiyê şûnwarek li Kifriyê derket

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber rabûna lehiyê û bilindbûna asta avê di rojên borî de li aliyê bajarkê Kifriyê, şûnwarekê kevn derketiye ku li gorî vekolanên destpêkê, dîroka wî şûnwarî vedigere sedsalên berî Zayînê.

Di vî warî de, tîmên şûnwaran ên Germiyanê dest bi vekolanên dîroka wî şûnwarî kiriye.

Şûnwarnasekê Tîma Şûnwaran a bajarkê Kifriyê bi navê MihemedElî ji Kurdistan24ê re got: “Ew şûnwarê ku derketiye rêyeka avê (cûyek) ya kevnar e, ku ji bo veguhestina avê ji cihekî bo cihekê din hatiye bikaranîn. Li gorî awayê çêkirina wê û keresteyên ku pê hatiye çêkirin, dibe ku dîroka vê rêya avê vegere sedsalên berî Zayînê.”

Ev şûnwar li bakurê bajarê Kifriyê ye, ku devereka tijî şûnwar e, lê ji ber jiyê mezin ê wan şûnwaran û nebûna lêgerîn û pişkinînan li ser wan, hîn jî hemî şûnwarên wê deverê nehatine dîtin.

Birêvebirê Şûnwarên Kifriyê Ubêd Mihemed ji Kurdistan24ê re got: "Me heta niha nekariye li wan hemî cihan bigerin ên ku şûnwar lê hene. Me li hin deveran pişkinîn kirine lê li navenda bajarê Kifriyê, ku me li wê derê "Tepeya Qerewxulan"ê heye ku dîroka wê vedigere berî zêdetirî 2200 salan, me tu pişkinîn jê re nekirine.”

Ubêd Mihemed amaje jî da: “Ev rêya avê nîşan dide ku ev şûnwarê bajarekê kevnar e ku li vê derê hebûye. Herwesa ji bo kirina pişkinînan ji bo şûnwarên din, pêdivîtiya me bi zêdetir tîm û alavan heye, da ku em bizanin dîroka tevahiya vî şûnwarî û yên din vedigere kengî û ji bo çi hatine bikaranîn.”

Li gorî belgenameyên dîrokî, jiyana li bajarê Kifriyê vedigere berî pênc hezar salan, ji ber vê yekê jî ew dever wekî kaniya şûnwarên çandî û dîrokî tê zanîn. Şûnwarê herî dawiyê jî ev e ku ji nû derketiye. Li gorî belgenameyên destpêkê, jiyê wî ji du hezar salan zêdetir e.