Kongresmanek rexneyê li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê digire

“Desthilata Dadweriyê li Iraqê ji erkê xwe dûr ketiye”

Joe Wilson
Joe Wilson

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Kongresa Amerîkayê ragihand ku, erkê dadwerî çespandina qanûnê ye, ne destxweşîkirina li wan kesan e yên ku ev bi salan e li derveyî qanûnê dixebitin.

Endamê Kongresa Amerîkayê Joe Wilson îro (Yekşem, 21.12.2025) di postekê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye: “Ew spasdariya ku Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê pêşkêşî desteyên çekdar kir, ji ber "bizava nehêlana çekên wan", ne tenê îfadeyeka hêsan e, belkî li ser têkçûna bêalîbûna dezgeha herî girîng a dewletê îfadeyeka xeter e.”

Endamê Kongresa Amerîkayê herwesa gotiye: “Ev ziman ne zimanê dezgeheka destûrî ye ku erkê wê parastina qanûnê be, belkî nîşana têkiliyeka veşartî û berdewam e di navbera Serokatiya Dadweriyê û desteyên milîşan de.”

Joe Wilson herwesa nivîsiye: "Di bingehên dewletsaziyê de, desthilata dadweriyê ya serbixwe ne tenê spasiya komên çekdar nake, belkî kiryarên wan ên siyasî û leşkerî jî nanirxîne. Erkê dadwer çespandina qanûnê ye, ne ku destxweşîkirina li wan kesan e yên ku ev bi salan e li derveyî qanûnê dixebitin.”

Navbirî herwesa gotiye: “Ev serederî nîşan dide ku lûtkeya desthilata dadweriyê li Iraqê li şûna parastina serweriya qanûnê ji bo şandina peyamên siyasî di bin perdeya qanûnê de bûye platformek. Ev li ser dadperweriyê û qewareya dewletê bi xwe gefa herî mezin e, û tenê wê yekê piştrast dike ku dadwerî li Iraqê ji erkê xwe yê rastîn dûr ketiye."

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan duhî (Şemî, 20.12.2025) ragihand ku, desteyên çekdar gihîştine lihevkirinê ku çekên xwe bidin destê dewletê.

Zêdan di beyannameyekê de spasiya serkirdeyên komên çekdar kir, ku di çespandina serweriya qanûnê û veguhastina ber bi kiryara siyasî ve alîkar bûn. Amaje jî da ku, niha pêdivîtiyeka neteweyî ji bo kiryara leşkerî nemaye.