Asayişa li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Em pabendî agirbestê ne, lê amade ne bersiva êrîşan bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li Helebê, daxuyaniyek derbarê dorpêç û êrîşên dawî yên li ser taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) belav kir. Asayîşê ragihand, wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşkaran dane.

Berpirsa Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Axîn Nûcan, di daxuyaniyê de bal kişand ser dorpêça giran a ku ev nêzîkî 4 mehan e li ser van her du taxan hatiye sepandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Demkî (yên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê distînin), bi dorpêç û kiryarên provokatîf dixwazin Asayîşê bikişînin nav rageşiyeke çekdarî.

Asayîşê got: "Ev kiryar di çarçoveya hewldanên binpêkirina agirbesta di navbera me û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de tên kirin."

"Me di çarçoveya parastina rewa de bersiv da"

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tohmetên ku dibêjin ew bûne sedema şer red kirin û gotin: "Tevî hewldanên me yên ji bo aramkirinê, komên dijber ji 4 aliyan ve êrîşî taxan kirin. Me jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv da."

Li gorî daxuyaniyên, duh komên çekdar êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kiribûn. Di encama êrîşan de jinekê canê xwe jidest da, 17 sivîl û 6 endamên Asayîşê birîndar bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir ku ew ê pabendî agirbestê bin û hewla diyalogê bidin, lê eger gef li ser ewlehiya welatiyan hebe, ew amade ne bi tundî bersivê bidin.