Serokê HezKurdê: Sîstema tayînkirina mamosteyên kurdî têra Kurdan nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) di civîna budceyê de, hejmara kêm a tayînkirina mamosteyên zimanê Kurdî bû mijara nîqaşan. Parlamenterên Kurd rexne li Wezareta Perwerdeyê girtin, lê bersiva wezîr balkêş bû.

Di rûniştinên budceya sala 2026an de li Parlamentoya Tirkiyeyê, parlamenterên DEM Partî û Partiya DEVA pirsa tayînkirina mamosteyên Kurdî anîn rojevê.

Li gorî zanyariyên peyamnê Kurdistan24ê Murat Ekincî, Wezîrê Perwerdeya Tirkiyeyê Yusuf Tekîn di bersiva rexneyan de gotiye: "Em li gorî daxwaza hilbijartina dersa Kurdî mamosteyan tayîn dikin. Eger daxwaz û serlêdan zêde bibin, em ê tayînkirinan jî zêde bikin."

Serokê HezKurdê: Sîstem neheqî ye

Serokê Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HezKurd) Suphî Ozgen, ji Kurdistan24ê re axivî û sîstema heyî rexne kir.

Ozgen got: "Ev sîstem di sala 2012an de hat, lê mixabin kêm e û têra Kurdan nake. Ji wê demê heta niha zêdetirî 2000 mamosteyên Kurd ji zanîngehan derçûne, lê tenê nêzîkî 150 mamoste hatine tayînkirin."

"Plana me 500 hezar xwendekar e"

Suphî Ozgen diyar kir ku ew wekî HezKurd, îsal kempeyneke berfireh dane destpêkirin û îsal nêzîkî 60 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye.

Ozgen armanca xwe ya nû jî aşkere kir û got: "Hêviya me ew e ku sala bê em vê hejmarê derxin ser 500 hezar xwendekaran. Dema ku daxwaz zêde be, ew neçar in ku mamosteyan tayîn bikin."

Tê zanîn îsal li navçeya Esenyurt a Stenbolê cara yekemîn li 17 dibistanan dersa Kurdî dest pê kir, ku HezKurd vê yekê wekî "zengilekî hişyarkirinê" pênase dike.