Şanda PDKê bi Sûdanî re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya û pê re pêşketinên dawiyê yên Iraqê û girîngiya yekkirina helwestan di navbera hêzan de nîqaş kir.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di ragihandinekê de got ku, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 23.12.2025) pêşwaziya şandeka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, ku Sekreterê wê partiyê Fazil Mîranî serokatiya wê dikir.
Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku, di çarçoveya wê civînê de pêşketinên dawiyê yên Iraqê û girîngiya yekkirina helwestan di navbera hêzên neteweyî de, û herwesa xebitîna bi nerîneka yekgirtî da ku tevlî piştgirîkirina berdewam a projeyên pêşxistin û avakirin û avedankirinê bibe, li gorî xwestekên gelê Iraqê, hat behskirin.
Nivîsîngeha navbirî herwesa got: “Her di wê civînê de tekez li ser girîngiya lezandina bicihanîna mafên destûrî li gorî dema diyarkirî hat kirin, bi merema berdewambûna li ser bicihanîna bernameyên reform û pêşxistinê ji bo xizmeta berjewendiya neteweyî ya bilind.”
Herwesa li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Şivan Cebarî, biryar e ku şanda danûstandinan a bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her îşev bi Serokê Hevpeymaniya Hesmê ya Neteweyî Sabit Ebasî û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xancar re jî bicive.
Şandeka danûstandinan a bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî ji duhî (Duşem, 22.12.2025) êvarê ve li Bexdayê ye, da ku bi aliyên siyasî re ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hevdîtinan bike.
Şanda PDKê bi aliyên siyasî yên Iraqê re li ser para Kurdan di hikûmeta bê ya Iraqê de û mafên PDKê wekî serketiya yekê ya hilbijartinan nîqaş dike.
Endamên Şanda PDKê ev in:
- Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî Fazil Mîranî
- Endamê Mekteba Siyasî Fuad Hisên.
- Endamê Mekteba Siyasî Newzad Hadî.
- Endamê Komîteya Navendî Omêd Sebah.
- Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa.