HSDê bi hevkariya Hevpeymanan şaneyeka metirsîdar a DAIŞê li Dêrazorê hilweşand
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, wan bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî opersayoneka ewlehiyê ya berfireh li gundên rojhilatê Dêrazorê kir û di encamê de şaneyeka metirsîdar a terorîstên DAIŞê hilweşand.
HSDê ragihand ku, tîmên operasyona leşkerî (TOL) yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li roja Yekşema borî li bajarkê Zibyanê operasyonek pêk anî.
HSDê amaje jî da ku piştî komkirina zanyarên hewalgirî yên berfireh li ser tevgerên endamên wê şaneyê, wan hêzan dorpêçeka tund dana ser cihê wan. Tevî daxwaza teslîmbûnê jî, wan çekdaran gule berdan û şer û çê bû, ku di encamê de sê terorîst hatin kuştin û pêncên din jî hatin girtin.
Kesên girtî ev in: Mazin Serîh (Ebû Wafî), Fadî Serîh (Ebû Meymûn), Medîn Salim, Elawî Ebdulrehman (Elî) û Emced Serîh (Ebû Elî).
Lêkolînan eşkere jî kiriye ku, vê şaneyê roleka sereke di veguhastin û çêkirina teqemenî û bombeyên çandî û herwesa amadekirina timbêlên bombekirî de lîstiye.
Herwesa wan çekdaran plan kiribû ku êrîşî xalên leşkerî, dezgehên xizmetan û welatiyên sivîl li deverê kiriba. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez jî kir ku, ew dê berdewam li dû bermahiyên DAIŞê bigerin û dê êrîşî jêrxaneya terorê bikin, da ku aştî û aramiyê bi temamî li deverê biçespînin.