Parêzgarê Dihokê piştgiriya Leyla Zana kir: Her Kurdekî niştimanperwer şanaziya me ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê Elî Teter, peyameke xurt a piştgiriyê ji bo siyasetmedara navdar a Bakurê Kurdistanê Leyla Zana weşand û bertek nîşanî êrîşên nijadperest ên li dijî wê da.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter duh 23ê Berçleyê di peyama xwe de êrîşên nijadperest ên li dijî Leyla Zana şermezar kir û got: “Her Kurdekî niştimanperwer xizmê me ye û cihê şanazî û serbilindiya me ye.”
Parêzgarê Dihokê bi vê peyamê careke din hevxebatî û piştgiriya xwe ya ji bo siyasetmedarên Kurd û redkirina her cure nijadperestiyê anî ziman.
Ev pêla piştgiriyê piştî wê yekê hat ku di 16ê Berçileyê de, di dema lîstika futbolê ya navbera her du tîmên Bursaspor û Somasporê de, alîgirên Bursasporê bi dirûşm û gotinên nexweş bêrêzî li Leyla Zana kiribûn. Ev bûyer rastî berteka tund a gelek partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û çalakvanan hat.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev êrîş bi tundî şermezar kirin. DEM Partiyê bang li saziyên peywendîdar kir ku lêpirsînê bidin destpêkirin û destnîşan kir ku: “Ev zimanê jehrî yê di yarîgehekê de hatiye bikaranîn, nîşaneya aqiliyeteke nijadperest û faşîst e.”
Ji aliyê din ve, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî derbarê mijarê de diyar kir ku ew dixwazin "pêvajoya Tirkiyeya bê teror" serkeftî bibe û naxwazin ti reftar ziyanê bigihînin vê pêvajoyê.
Wezîrê Dadê herwiha eşkere kir ku saziyên peywendîdar li ser mijarê dixebitin, tomarên dengî tên lêkolînkirin û ji bo kesên ku bêrêzî kirine lêpirsîna qanûnî hatiye destpêkirin.