Firokeya Sererkanê Lîbyayê ket: Serdozgeriya Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî paytexta Tirkiyeyê Enqereyê, firokeyeke taybet a Lîbyayê ya ku Sererkanê vî welatî û şandeyeke leşkerî hilgirtibû ket. Di encama rûdanê de, Sererkanê Lîbyayê Mihemed Hedad û hemû endamên şandeyê jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand, bermayiyên firokeyê 2 kîlometreyan li başûrê gundê Kesikkovacê ya ser bi navçeya Haymanaya Enqereyê ve hatine dîtin. Tunç diyar kir jî, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê rûdanê de lêpirsîn daye destpêkirin û çar dozger ji bo hûrguliyên bûyerê hatine wezîfedarkirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê qezayê de agahî dan û destnîşan kir ku firokeya taybet a ku Sererkanê Lîbyayê, çar endamên şandeyê û sê endamên tîma firokeyê hilgirtibûn, di saet 08:17an de ji Firokxaneya Esenbogayê firiye.

Li gorî daxuyaniyê, pîlotê firokeyê ji ber kêşeyeke teknîkî daxwaza nîştina bilez kiriye, lê di saet 08:36an de firoke ji ser radarê winda bûye. Piştî operasyonên lêgerînê yên tîmên Wezareta Navxwe, bermayiyên firokeyê hat dîtin.

Serokwezîrê Lîbyayê navên kesên ku di vê qezayê de ligel Sererkan Mihemed Hedad jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin. Kesên di balafirê de ev bûn:

- Mihemed Hedad – Sererkanê Giştî yê Artêşa Lîbyayê.

- Fermandarê Hêzên Bejayî.

- Rêveberê Dezgeha Pîşesaziya Leşkerî.

- Şêwirmendê Sererkanê Giştî.

- Wênegirekî ofîsa ragihandinê ya Sererkaniyê.

- Sê endamên tîma firokvaniyê.

Tê çaverêkirin ku piştî lêkolînên teknîkî yên li ser "sindoqa reş", sedema tam a ketina firokeyê di rojên pêş de bê eşkerekirin.