Berhema nû ya Hêmin Husên û Mahir Emîn derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê naskirî Hêmin Husên, bi pişkdariya hunermend Mahir Emîn, berhemeke nû ya bi şêwazê duet bi navê "Gulçînîn" belav kir. Hêmin Husên vê berhemê wekî diyariya serê salê pêşkêşî hezkiriyên muzîka Kurdî dike.
Hunermend Hêmin Husên derbarê berhema xwe ya nû de ji Kurdistan24ê re ragihand, "Gulçînîn" straneke folklorî ye û wî bi xwe dabeşkirina muzîkê jê re kiriye. Klîba stranê li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Derûn Qeredaxî ve hatiye kişandin û endezyariya deng jî ji aliyê Diyar Dilawer ve hatiye kirin.
Hêmin Husên li ser bîrokeya vê duetê got: "Ez û kak Mahir dostên kevin in. Min heta niha muzîka gelek stranên wî amade kiriye. Vê carê min pêşniyar kir ku em bi hev re duetekê bikin. Me xwest straneke folklorî ya weha hilbijêrin ku kêm hatibe gotin û guhên nifşê nû kêm li ser bin, da ku em wê reseniyê biparêzin."
Hunermend Hêmin Husên bal kişand ser felsefeya xwe ya hunerî û destnîşan kir ku ji bo wî kalîte û xizmeta çandê ji derketina ser ekranan giringtir e. Herwiha got:"Hunermendên me yên mezin ên mîna Elî Merdan, Tayer Tofîq û Hesen Zîrek tenê li ser serkeftina berhemên xwe difikirîn, ne li ser pereyan. Ez jî dixwazim berhemên min her bimînin. Heger berhemeke min a xurt tune be, ez dernekevim ser ekranan çêtir e. Ez bi xizmeta ji bo çanda welatê xwe serbilind im."
Hêmin Husên bi rêya Kurdistan24ê silav û rêzên xwe gihandin guhdarên xwe û spasiya wan kir ku mantiq û baweriyê didin xebatên wî. Herwiha got ku "Gulçînîn" êdî ne milkê wî ye, lê milkê gel û guhdaran e û ew amade ye her rexne û nêrînên wan bi dilşadî qebûl bike.
Hêmin Husên Kî ye?
Hunermend Hêmin Husên bi eslê xwe xelkê bajarê Kerkûkê ye. Wî di sala 1984an de bi strana "Daykî Mîhreban" dest bi kariyera xwe ya hunerî kiriye û heta niha xwediyê gelek berhemên giranbiha û serkeftî ye.