Li Bukanê akademiyeke muzîk û maqamên Kurdî ji bo jinan hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bukanê yê Rojhilatê Kurdistanê, cara yekem e ku navendeke taybet a perwerdeya muzîk û maqamên Kurdî ji bo jinan hat vekirin. Di vê akademiyê de, jinên Bukanê bi awayekî zanistî û akademîk fêrî hûrguliyên hunera deng û maqamên resen dibin.
Ev akademiya ku ji aliyê navenda hunerî ya "Sadef" ve hatiye vekirin, zêdetirî 50 jinan di nava xwe de dihewîne. Beşdarên ku ji temenên cuda ne, di bin çavdêriya mamosteyeke jin de, li ser bingeha "solfêj" û rîtmên muzîka Kurdî dersan dibînin.
Rêveberê akademiyê Semko Fehrî diyar kir, ev cara yekem e li Bukanê mamosteyeke jin dersên maqam û deng dide jinan. Beşdarên perwerdeyê jî bi kelecaneke mezin beşdarî dersan dibin û vê navendê wekî derfetekê dibînin ku hem hunera xwe pêş bixin û hem jî ji ber zextên civakî û siyasî yên li ser hunera jinan hinekî nefesê bistînin.
Lêkolînerê maqam û muzîka Kurdî Settar Husênzade jî bal kişand ser girîngiya vê pêngavê û destnîşan kir ku bingeha muzîka Kurdî û formên wekî heyran, lawik û besteyan di rastiyê de ji qirika jinan şîn bûne.
Herwiha Husênzade got: "Di qonaxên dîrokî de dengê jinan hatiye tepisandin, lê niha em bi rêya vê akademiyê dixwazin careke din wî dengî vejînin û rê nedin ku ziyan bigihîje muzîka me ya resen."
Mamosteya akademiyê Leyla Duaxan derbarê xebatên xwe de ji Kurdistan24ê re ragihand, ev nêzîkî sê hefteyan e wan dest bi perwerdeyê kiriye. Duaxan diyar kir ku ew pir bi dilşadî dibîne ku her roj hejmara jinên dixwazin fêrî muzîkê bibin zêde dibe û hêvî dike ku di paşerojê de ev jin karibin bi awayekî pîşeyî di qada hunerê de cih bigirin.
Ev akademiya li Bukanê wekî gava yekem a nûjenkirina hunera deng a jinan li herêmê tê nirxandin.