Weysî pîrozbahî li Mesîhiyan kir: Pêkvejiyan li Kurdistanê di asteke bilind de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Îslama Kurdistanê Ebdullah Weysî, bi helkefta Cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa (Krîstmis) pîrozbahî li Mesîhiyan kir û ragihand, Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyana olî de di asteke herî bilind de ye.
Ebdullah Weysî di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê diyar kir ku ola Îslamê her tim daxwaza pêkvejiyanê kiriye, li Herêma Kurdistanê hemû pêkhateyên olî û neteweyî wekî bira bi hev re dijîn û di rojên şahî û şînan de piştgiriya hev dikin.
Serokê Yekîtiya Zanayên Ayînî got jî :"Amadebûna me di hemû pîrozbahî û şînên xwişk û birayên me yên pêkhateyan de, nîşaneya herî eşkere ya nêzîkatiya me ye. Di navbera me de tu pirsgirêk tune ne û ev yek ji bo me rûmet û şanaziyeke mezin e ku em li ser vê axê bi biratî dijîn."
Derbarê giringiya Cejna Krîstmisê de, Weysî bal kişand ser bingeha olî û got: "Hezretî Îsa yek ji pêxemberên mezin ên Xwedê ye û em baweriyê pê tînin. Em wî wekî birayê Pêxemberê xwe dibînin, ji ber ku li gorî baweriya me hemû pêxember birayên hev in. Ji ber wê, kêfxweşiya bi helkefta ji dayikbûna her pêxemberekî, karekî mirovî, dînî û cihê şanaziyê ye."
Ebdullah Weysî di dawiya peyama xwe de bang li hemû welatiyan û saziyan kir ku ji bo bihêzkirina ruhê pêkvejiyanê û ji bo parastina vê tebayiya ku li Kurdistanê heye, her tim hevkar û piştgir bin.