Ji bo vejandina Zagrosê: Hilmeta çandina berûyan li Merîwanê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Neyê yê ser bi bajarê Merîwanê ve, hilmeteke berfireh a çandina berûyan bi beşdariya jîngehparêzên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Ev çalakî di çarçoveya hewildanên ji bo nûjenkirin û jiyandina daristanên Zagrosê de pêk hat.

Rêveberê hilmeta "Zagrosane" Mihemed Kerîmî ji Kurdistan24ê re ragihand, dar û daristanên Kurdistanê bi awayekî qestî rûbirûyî êrîşan dibin. Kerîmî destnîşan kir ku bi rêya birîna daran, şewitandina daristanan û nêçîra heywanên kûvî dixwazin jîngeha welat wêran bikin û got: "Lê em wekî jîngehparêzên Kurd, bi hemû şiyana xwe ji bo parastin û vejandina xwezaya Kurdistanê têkoşînê didin."

Jîngehparêzên beşdar bi dirûşma "Ev niştiman bi bejna Zagrosê ciwan e" tekezî li ser yekbûna axa Kurdistanê dikin. Jîngehparêz Diyarî Ezîzî diyar kir, parastina jîngehê erkê her kesî ye û çi li vî alî çi li wî alî be, Kurdistan yek ax e.

Her wiha, Hêmin Mihemed ku welatiyekî ji bajarê Pênciwînê yê Başûrê Kurdistanê û ji bo beşdariya di vê hêlmetê de çûye Merîwanê, dibêje: "Parastina jîngehê sînoran nanase. Li ku derê be bila bibe, pêwîst e em xwezaya xwe biparêzin."

Tevî hewildanên jîngehparêzan, xetereyên mezin li ser daristanan berdewam dikin. Çalakvanên sivîl balê dikşînin ser şewatên bi qestî, çêkirina rêyên neyasayî, avakirina bendavan û guherîna keşûhewayê ku gefê li daristanan dixwin.

Di van salên dawî de, gelek jîngehparêz di dema vemirandina şewatên daristanan de birîndar bûne yan jî canê xwe ji dest dane, lê tevî van hemû bedelan jî, çalakiyên wan ên ji bo keskbirina Kurdistanê her sal berfirehtir dibin.