DEM Partî li dijî êrîşên nijadperest ên li ser Leyla Zana serî li dadgehê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji ber belavbûna dirûşmên nijadperest û sivikatiya li hember nasnameya jinê ya di yarîgehên Tirkiyeyê de ku siyasetmedara Kurd Leyla Zana dikir armanc, giliyê yasayî tomar kirin.
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan. Wan daxwaza lêpirsînê li ser wan êrîşên nijadperest kir ku di yarîgehên Bursaspor, Ankaragûcu, Samsunspor, Goztepe û Rizesporê de li dijî Leyla Zana hatibûn kirin.
Di gilînameyê de, DEM Partî daxwaza sizadana alîgiran, rêveberên yaneyan, hakeman û heta nûnerên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dike; ji ber ku li hember van bêrêziyan bêdeng mane û erkên xwe bi cih neanîne.
Di beşeke gilînameyê de hat destnîşankirin, Leyla Zana ti peywendiya wê bi werziş û futbolê re nîne, lê ew bi qestî hatiye armankirin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Leyla Zana tenê ji ber nasnameya xwe ya Kurdî û jinbûna xwe rastî van êrîşan tê. Ev êrîş hewildaneke birêxistinkirî ne, ji bo rewakirina tundûtûjiyê û têkbirina proseya aştî û demokrasiyê ya li welat."
Tometbarkirina Umit Ozdag
Beşeke din a giliyê DEM Partiyê taybet e bi Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag. Ew tê tometbarkirin ku bi rêya medyaya civakî û bi karanîna markaya "Uludag Gazoz", kampanyayeke nijadperest li dijî gelê Kurd û kesayetên siyasî yên Kurd daye destpêkirin û alîgirên futbolê li dijî Kurdan sor kiriye.
Ev pêngava DEM Partiyê piştî wê yekê hat ku di 16ê vê mehê de, di dema lîstika Bursaspor û Somasporê de, alîgirên Bursasporê bi dirûşmên nijadperest û gotinên nexweş bêrêzî li Leyla Zana kiribûn, ku ev yek bûbû sedema bertekên mezin di nava raya giştî de.