Iraqê amara dawiyê ya hinardekirin û dahata petrolê parve kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Petrolê ya Iraqê amara dawiyê ya hinardekirina petrola xav û dahata giştî ya Mijdara borî belav kir, ku tê de dahata petrolê gihîştiye zêdetirî 6 milyar û 500 milyon dolaran.
Li gorî rapora dawiyê ya Şîrketa Berbazarkirina Petrola Iraqê (SOMO), tevahiya hinardekirina petrola xav di Mijdara borî de gihîştiye 106,593,352 bermîlan, ku qezenca wê gihîştiye 6,595,391,000 dolaran.
Ji tevahiya hinardekirinê, 98,709,795 bermîl ji zeviyên naverast û başûrê Iraqê bûne, herwesa 7,583,733 bermîl ji Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê bûne, di demekê de ku 299,824 bermîl ji bo welatê Urdinê hatine hinardekirin.
Biryaran Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî ya li Parîsê li roja 25ê Adara 2023ê hat rawestandina. Li gorî amarên dawiyê yên Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (Apikur), zirara wê rawestandinê jî 35 milyar dolar bûn.
Piştî du sal û şeş mehan, li serê sibeha roja 27.09.2025ê careka din hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bazarên petrolê yên cîhanê bi rêya Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê hat destpêkirin.