Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 2025an de bi zêdetir ji 41 mîlyar dînaran projeyên mirovî pêk anîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed, rapora salane ya sala 2025an eşkere kir. Ehmed ragihand ku tevî hemû astengî û guhertinên siyasî, wan karî ye bi bihayê zêdetirî 41 mîlyar dînaran, 161 projeyên stratejîk li seranserê Herêma Kurdistanê pêk bînin.

Mûsa Ehmed îro 26ê Berçileyê di konferanseke rojnamevaniyê de bal kişand ser rewşa giran a awareyên di nava 27 kampên Herêma Kurdistanê de. Herwiha destnîşan kir ku li wan kampan rewşeke zehmet derbas dibe û sedema vê yekê jî ji bo kêmkirina alîkariyên navdewletî û kemsariya hikûmeta Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan vegerand. Ehmed got ku Bexda wekî pêwîst berpirsiyariya xwe ya li hemberî awareyan bi cih nayîne.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere kir jî, guhertinên di îdareya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bandoreke rasterast li ser karên wan kiriye. Ji ber van guhertinan, zêdetirî 19 projeyên giring ên di nava kampan de hatine rawestandin, ku ev yek bûye barê giran li ser milê dezgehê û jiyana awareyan.

Bîlançoya Kar û Xebatên 2025an

Li gorî rapora salane, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 10 sektorên cuda de xizmetên xwe pêşkêş kirine. Hinek ji wan xebatan ev in:

- Xurek: 106,313 kartonên xwarinê û 50,292 xwarinên amade (bi taybetî di meha Remezanê de) hatine dabeşkirin.

- Perwerde: 32 dibistan hatine nûjenkirin û pêdiviyên wan hatine dabînkirin.

- Ayînî: Navmalî (fariş) ji bo 95 mizgeftan hatiye kirin.

- Civakî: Piştgiriyeke taybet ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet û rehabîlîtasyona ji bo alûdbûyên madeya hişbir hatiye dayîn.

Mûsa Ehmed bi giştî lêçûna projeyên îsal wekî 41,702,286,000 dînar texmîn kir. Herwiha tekez kir jî, ew ê bi "ruhê pêşmergetiyê" xizmetên xwe bidomînin. Armancên wan ên sereke yên ji bo sala 2026an, hîn bêtir giringîdayîna bi sektorên perwerde, avakirin û vejandina herêmê ye.

Di dawiyê de, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasiya hemû xêrxwaz û hevkarên navxweyî û navdewletî kir ku di vê karwana mirovî de piştgiriya wan kirine.