Hozan Derwêş klîpa ‘Perîşan im’ belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê naskirî Hozan Derwêş, yek ji berhemên giranbiha yên folklora Kurdî bi şêwazekî nû û bi klîbeke hunerî belav kir û pêşkêşî hezkiriyên muzîkê kir.
Hunermend Hozan Derwêş îro 26ê Berçileyê ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, wê karên nûkirina strana "Perîşan im" bidawî kirine. Ev stran ku xwedî awazeke resen û folklorî ye, berê bi dengê hunermendê nemir Hesen Zîrek hatibû gotin. Helbesta stranê jî ji aliyê Hacî Haşim Nanewazade ve hatiye nivîsandin.
Derbarê aliyê teknîkî û berhemanîna vê xebatê de, Karwan Mihemed aranjoriya (dabeşkirina) muzîkê girtiye ser milên xwe. Stran li stûdyoya KMP ya li bajarê Hewlêrê hatiye tomarkirin. Her wiha Nejat Begzade wekî derhêner, karê wênegirtin û montaja klîbê kiriye û di dîmenan de hewil daye ku ruhê resen û naveroka stranê bîne ziman.
Hozan Derwêş bi vî karê xwe yê nû careke din nîşan da ku ew giringiyeke mezin dide vejandina mîrata hunerî ya Kurdî. Nûjenkirina stranên herdemî yên mîna berhemên Hesen Zîrek, ne tenê parastina awazên kevn e, lê di heman demê de rêyek e ku nifşê nû bi rêya teknolojî û şêwazê muzîka serdemê hîn zêdetir ji van şakaran nêzîk bibe.