Li Helebê komên çekdar bi roketan êrîşî xalên Asayîşê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Helebê, li derdora taxa Şêx Meqsûdê alozî careke din gur bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand, komên çekdar ên ser bi "Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê" ve bi çekên giran êrîşî xalên wan kirine.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, komên çekdar li nêzîkî çerxerêya El-Şîhan, du roketên RPG-7 avêtine benda wan a kontrolê. Hêzên Asayîşê destnîşan kir ku wan di çarçoveya "mafê parastina rewa" de bersiva vê êrîşê daye.
Asayîşê her wiha diyar kir, tevî van provokasyonan jî, hêzên wan bi awayekî xweragir tevgeriyane û ji bo ku alozî hîn bêtir mezin nebe, wan bi aliyên peywendîdar re peywendî danîne.
Ev alozî di demekê de ye ku rewşa her du taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) ji ber dorpêçê ber bi krîzeke mirovî ve diçe. Tevî ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de agirbest hatibû ragihandin jî, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz dorpêça li ser taxan tundtir kirine û rêyên sereke bi satirên axî girtine, ku ev yek çûnhatina welatiyan asteng dike.
Di 22ê vê mehê de jî heman komên çekdar ji çar aliyan ve êrîşî her du taxan kiribûn. Di encama wan êrîşan de, jinekê jiyana xwe ji dest dabû û 17 sivîl û 6 endamên Asayîşê birîndar bûbûn.