Çarçoveya Hevahengiyê posta Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê yekalî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku îşev aliyên Şîeyên nav Çarçoveya Hevahengiyê li mala Serokê Tevgera Hîkmeyê Emar Hekîm re bicivin, da ku pirsa Cîgirê Serokê Parlamentoyê yekalî bikin.
Her çend pêşbazî di navbera du berbijarên sereke de be jî, pirsa destnîşankirina Serokwezîrê Iraqê wekî mijara herî girîng û tevlihev a nîqaşan dimîne û ne mimkûn e ku di civîna îşev de bi dawî bibe.
Li gorî zanyarên Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, niha Ehmed Esedî ji Hevpeymaniya Avedanî û Pêşxistinê û Serokê Hevpeymaniya Esasê Muhsin Mendelawî berbijarên herî bihêz in ji bo wergirtina posta Cîgirê Yekê yê Serokê Parlamentoyê.
Her çend Şibil Zeydî Serokê Hevpeymaniya Xedematê û baskê siyasî yê Ketîbeyên Îmam Elî ji bo bidestxistina wê postê gelek bizav kir jî, Çarçoveya Hevahengiyê tenê ew her du navên berê destnîşan kirine.
Herwesa tevgereka siyasî ya nû ji bo çêkirina hevpeymaniyeka nû di navbera Hadî Amirî û Şibil Zeydî de di Çarçoveya Hevahengiyê jî heye.
Li eniya Suniyan, rewş hîn nezelal e û nîşan hene ku aliyên Suneyan li ser yek berbijarî ji bo posta Serokê Parlementoyê negihîştine lihevkirinê.
Çavkaniyan ji Kurdistan24ê re eşkere kiriye ku, pêşbînî tê kirin ku aliyên Suneyan bi du berbijarên cuda biçin nav hola parlementoyê û ji bo vê postê pêşbaziyê bikin, ev jî nîşana berdewamiya cudahiyan di navbera aliyên siyasî yên wê pêkhateyê de ye.