Du kolber li Serdeştê di bin reniya befrê de mirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Mîrawayê ya sînorî ya bajarê Serdeştê, du kolber ji ber reniya befrê mirin û du yên din jî birîndar bûn.
Hejmara qurbaniyên bûyera şeva borî li deverên sînorî yên Mîrawayê li bajarê Serdeştê îro (Şemî, 27.12.2025) zêde bû. Piştî dîtina terman, nasnameya kolberê duyê yê mirî hat eşkerekirin.
Komeka kolberan duhî (În, 26.12.2025) dema ku ji devera Mîrawayê ya sînorî ya girêdayî bajarê Serdeştê derbaz dibûn, keftin ber reniya befrê. Ji ber giraniya wê bûyerê û keşûhewayê xirab, çar Kolber di bin befrê de asê bûn.
Çavkaniyan piştrast kir ku, di wê bûyerê de du Kolber mirine û du yên din jî birîndar bûne. Birîndar di bin çavdêriyê de ne, lê nasnameyên wan hîn jî bi rengekê fermî nehatine ragihandin.
Li gorî zanyarên şeş mehên pêşiyê yên îsal, hejmareka berçav a kolberan ji ber bûyerên xwezayî mirine.
Hejmara giştî ya qurbaniyan: Di vê heyamê de, 37 kolber li deverên sînorî yên parêzgehên Azerbaycana Rojava, Sine (Kurdistan) û Kirmaşanê bûne qurbanî.
Vavartina qurbaniyan: Ji tevahiya wê hejmarê, 17 kolber mirine û 20 kolber jî birîndar bûne.