Hatûçûna Hewlêrê hişyarî da şofêran: Rêya Şeqlaweyê bikar neyinin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Hatûçûna Hewlêrê ji ber barîna berfa zêde û çêbûna qeşayê, daxwaz ji welatî û şofêran kir ku rêya Hewlêr-Şeqlaweyê û çendîn rêyên din ên herêmê bikar neyinin.

Rêveberiya Hatûçûna Hewlêrê îro 29ê Berçileyê daxuyaniyek belav kir û tê de hişyariyeke lezgîn da şofêran. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber barîna berfê, li ser rêya Hewlêr-Şeqlaweyê astengiyên mezin çêbûne û hatûçûn zehmet bûye.

Hatûçûna Hewlêrê destnîşan kir, tevî ku tîmên berfmalînê bi berdewamî li ser kar in û rêyan paqij dikin, lê ji ber berdewamiya barîna berfê û daketina pileya germê bo bin sifrê, li gelek cihan qeşa çêbûye. Ev rewş dibe sedema şimitîna wesayîtan û metirsiyê li ser jiyana welatiyan çêdike, lewma niha ew rê ji bo çûnûhatinê ne guncaw e.

Rêyên ku hatine girtin

Li gorî daxuyaniyê, ev rêyên li jêr jî ji ber berfê girtî ne an jî çûnûhatin lê zehmet e:

- Rêya Şeqlawe ber bi Hîranê.

- Rêya Şeqlawe ber bi Zînetîr û Balîsanê.

Rêveberiya Hatûçûnê daxwaz ji şofêran kir ku ji bo parastina canê xwe, van rêyan bikar neyinin heta ku tîmên şaredariyê bi temamî rêyan ji berf û qeşayê paqij dikin û rewş asayî dibe.