Li Lazqiyeyê qedexeya derketina derve hat ragiahndin

Wezareta Navxwe a Sûriyeyê ji ber zêdebûna tundûtûjiya mezhebî ya li dijî taxên Elewiyan, qedexeya derketina derve ya şevê li bajarê Lazqiyeyê ragihand.

Piştî bûyerên tundûtûjî, talankirin û êrişên ku şeva Duşemê 29ê Berçileyê li taxên Elewîniyan ên bajarê Lazqiyeyê qewimîn, desthilatdarên Sûriyeyê biryareke nû ya ewlehiyê girtin. Wezareta Hundir di daxuyaniyekê de ragihand, ji îro Sêşemê saet ji 17:00’an (êvarê) heta saet 06:00’an (serê sibê) qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Wezaretê destnîşan kir, ev qedexe rewşên awarte, karmendên tenduristiyê, tîmên ambûlansê û yên agirvemirandinê li xwe nagire.

Herwiha daxwaz ji welatiyan hat kirin ku li gorî biryarê tevbigerin û hevkariya hêzên ewlehiyê bikin. Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî kesên qedexeyê binpê bikin dê karûbarên qanûnî werin destpêkirin.

Daxwaza 'Federalîzmê' û birîndarbûna xwepêşanderan

Berî van aloziyan, Serokê Encumena Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Derveyî Welat Şêx Gezal Gezal, bi peyameke vîdyoyî bang li Elewiyên li herêma Beravê kiribû ku ji bo daxwaza "Federalîzma Siyasî" û "Mafê Çarenivîsê" derkevin qadan.

Li gorî raportên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), alîgirên Hikûmeta Veguhêz û endamên Dezgeha Ewlehiya Giştî li Lazqiyeyê û bajarê Cebleyê êrişî xwepêşanderên kirin û li gelek xwepêşanderan dan.

Teqîna mizgeftê û êrişên talankirinê

Sedema sereke ya gurkirina van aloziyan, teqîna li Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib a Elewiyan li Homsê bû. Di wê êrişê de ku koma bi navê "Seraya Ensar al-Sunna" girt ser xwe, 8 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Piştî vê teqînê, li Lazqiyeyê li dijî taxên Elewiyan êrişên talankirinê pêk hatin û wesayîtên welatiyan hatin têkdan. Her çend ragihandina fermî ya hikûmetê dibêje "aramî vegeriyaye", lê qedexeya derketina derve û daxuyaniyên siyasî nîşan didin ku metirsiya şerekî mezhebî li herêmê hîn jî berdewam e.