Dengdan bo hilbijartinên Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dengdan ji bo hilbijartina Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hat destpêkirin û PDK bi du berbijaran tevlî wê dengdanê bû.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro (Sêşem, 30.12.2025) berî demeka kêm got: “Zengila çûna nav hola parlamentoyê hat lêdan, parlamenter çûn nav holê û dengdan hat destpêkirin.”
Dîlan Barzan amaje jî da: “Piştî ku careka dî derî ji bo xweberbijarkirina ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hat vekirin, Ferhad Etrûşî jî ji bo wergirtina wê postê tevlî pêşbirkê bû.”
Li gorî zanyarên Dîlan Barzan, PDK bi du berbijaran tevlî wê dengdanê, Şaxewan Ebdila jî xwe ji berbijariyê venekişandiye. Lîsta Helwestê jî bi yek berbijarî tevlî wê dengdanê bû, ku ew jî Rêbwar Kerîm e.
Ev jî di demekê de ye ku duhî (Duşem, 29.12.2025) li Parlamentoya Iraqê, Şexewan Ebdila li ser lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Rêbwar Kerîm li ser lîsta Helwestê xwe ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê berbijar kir û du gerên dengdanê di navbera wan de hatin kirin.
Her du berbijarên Kurd di wan her du gerên dengdanê de nekarî dengên pêdivî (50+1) bi dest bixin, ji ber vê yekê rûniştina parlamentoyê ma vekirî.