Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Ferhad Etrûşî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Ferhad Etrûşî dike, ku bûye Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê. Nêçîrvan Barzanî hêvî jî kir ku, ew di serokatiya parlamentoyê û birêvebirina pêvajoya danana qanûnan de bi awayê herî baş rol û erkê xwe bibînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 30.12.2025) peyameka pîrozbahiyê arasteyî Ferhad Etrûşî kir û tê de daxwaza serkeftina ji wî re kir, bi helkefta hilbijartina wî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê parlementoya Iraqê.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêvî kiriye ku, ew di serokatiya parlamentoyê û birêvebirina pêvajoya danana qanûnan de bi awayê herî baş rol û erkê xwe bibînin, bi awayekî ku xizmeta hemî pêkhateyên Iraqê bike.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: "Em hêvî dikin ku hebûna cenabê wî di wê pêgehê de bibe handerek ji bo xurtkirina canê alîkarî û hevkariyê di navbera fraksiyonên cuda cuda de û biserxistina karê parlementoyê."
Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 30.12.2025) di gera sêyê ya dengdanê de Ferhad Etrûşî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoyê hilbijart. Pêştir PDKê ji ber hevrikiyên siyasî û astengên qanûnî biryar da ku wî berbijar bike. Ev yek jî piştî hejmareka danûstandinên dirêj bi aliyên Şîe û Suneyan û aliyên Kurdistanî re çê bû, ku du rojan dom kir.