Niştecihên Basrayê daxwaza herêmkirina parêzgeha xwe dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxwazên gelek salan, mijara herêmkirina parêzgeha Basrayê (federalîzm) careke din bi germî kete rojevê. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji bo vê mebestê dest bi dabeşkirina formên komkirina îmzeyan kir.
Welatî, çalakvan û rêxistinên civakî yên Basrayê li gorî destûra Iraqê, xebatên xwe yên ji bo veguherandina parêzgehê bo "herêmeke federal" gur kirine. Komîsyona Hilbijartinan bi belavkirina formên fermî yên daxwaza referandûmê, "çira kesk" ji bo vê proseyê vêxist.
Çavkaniya dahatê heye, lê av û kar nîn e
Basra wekî "paytexta aborî" ya Iraqê tê naskirin û ji sedî 90ê dahata welat peyda dike. Lê tevî vê dewlemendiyê jî, niştecihên bajêr ji xizmetguzariyên herî bingehîn wekî ava vexwarinê bêpar in. Ji ber vê "paşguhxistina" hikûmeta navendî, xelkê Basrayê çareseriyê di sîstema federalîzmê de dibînin.
Şofêrê taksiyê yê bi navê Bavê Yasîn derbarê rewşê de ji Kurdistan24ê re got: "Hêviya me ew e ku kolanên me çêbibin û ciwanên me kar bikin. Ji ber bêkariyê, dizî û bikaranîna madeyên hişbir gelek zêde bûne. Sedema vê yekê jî hikûmet e ku me paşguh dixe."
‘Mafê me yê destûrî ye’
Li gorî Maddeya 119an a Destûra Iraqê, mafê her parêzgehekê heye ku daxwaza bibe herêmeke federal bike. Serkirdeyê Tevgera Gel a ji bo Herêma Basrayê Semîr Rehîm Malîkî destnîşan kir ku daxwaza wan rewa ye. Malîkî wiha got: "Em ji bo paşeroja zarokên xwe daxwaza herêmê dikin. Hikûmetê Basra piştuh kiriye. Em dixwazin ji xêr û bêra parêzgeha xwe sûd werbigirin."
Pêvajoyek bi asteng lê bibiryar
Her çend ev proje bi hinceta pêknehatina hikûmeta navendî gelek caran hatibe paşxistin û hinek aliyên siyasî li dijî vê gavê bin jî, çalakvanên Basrayê dibêjin ku vegera ji vê biryarê nîn e. Welatiyê bi navê Hamîd Husên dibêje: "Ez piştgiriyê didim herêmkirina Basrayê, ji ber ku bender û aboriya Iraqê li vir e; divê em bi xwe bajêr birêve bibin."
Niha li Basrayê dengê federalîzmê ji her demê hên bilindtir tê bihîstin û xelkê bajêr bi komkirina îmzeyan dixwazin vîna xwe ya siyasî li hemberî Bexdayê ferz bikin.