Umîd Xoşnaw: Sala 2025an zehmet bû lê me bi projeyên stratejîk û rekorên geştyariyê bidawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw di hevpeyvîneke taybet a li gel Kurdistan24ê de bîlançoya sala 2025an a parêzgehê aşkere kir. Xoşnaw diyar kir, tevî astengiyên darastî, wan di warê jîngeh, av û elektrîkê de gavanên dîrokî avêtine.
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw, îro 31ê Berçileya 2025an, beşdarî geşta nûçeyan a Kurdistan24ê bû û behsa serkeftin û zehmetiyên sala borî kir. Xoşnaw sala 2025an wekî saleke "zehmet" pênase kir, lê destnîşan kir ku bi projeyên stratejîk wan rûyê paytextê guhertiye.
Pêşbîniyên sala 2026an piştî saleke dijwar
Umîd Xoşnaw diyar kir, sala 2025an ji ber "zextên darayî" yên li ser Herêma Kurdistanê saleke giran bû û wan nekarî hemû planên xwe cîbicî bikin. Lê belê, parêzgar ji bo sala 2026an geşbîn e û hêvî dike ku bi avakirina hikûmetên nû yên li Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêk di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.
Di geştyariyê de rekora nû: 3.5 mîlyon geştyar
Yek ji serkeftinên herî mezin ên sala 2025an di sektora geştyariyê de hat tomarkirin. Xoşnaw amarên dawî wiha parve kirin: "Sala 2024an sê mîlyon geştyar hatibûn Hewlêrê. Îsal heta 1ê Berçileyê ev hejmar gihîşt 3 mîlyon û 400 hezarî. Em çaverê dikin heta dawiya salê ev hejmar 3.5 mîlyon geştyarî derbas bike."
Umêd Xoşnaw sedema vê yekê ji bo hêsankariyên li xalên kontrolê, vekirina bazgehan a 24 saetan û dirêjkirina dema mayînê (ji mehekê bo sê mehan) vegerand.
Şoreşa av û elektrîkê
Parêzgarê Hewêîrî bal kişand ser du projeyên mezin ên ku "xewna nifşan" bûn:
1- Çareseriya Avê: Bi projeya awarte ya avê ya bi tîçûna 500 mîlyon dolarî, bîra ava Hewlêrê du qat zêde bû (ji 10 hezar m3/saet gihîşt 20 hezar m3/saet).
2- Elektrîka 24 Saetî: Xoşnaw ev proje wekî "şoreş" binav kir û got niha navenda bajêr û şeqamên 120 û 150 metrî xwedî elektrîka 24 saetî ne. Wî soz da ku di sala 2026an de tevahiya Herêma Kurdistanê bibe xwedî elektrîka 24 saetî.
Hewlêr ji 'Lîsteya Sor' derket
Xoşnaw destkeftiyekî girîng ê jîngehê jî parve kir. Li gorî raporên saziyên Norwecî û Swêdî, Hewlêr ji lîsteya bajarên ku jîngeha wan ji lîsteya sor derketiye û niha wekî "bajarekî paqij" tê naskirin. Ev serkeftin bi girtina palavgehên neyasayî û rawestandina hezaran jeneratorên taxan (ji ber elektrîka 24 saetî) pêkan bûye.
Amadekariyên şeva sersalê
Ji bo pîrozbahiyên sersalê (2026), parêzgar diyar kir ku planeke kûr a ewlehî û xizmetguzariyê heye. Xoşnaw got ku wan 100 kioskên (dikanên piçûk) bêpere dane ciwanan da ku di nava 10 rojên pîrozbahiyan de derfetên kar ji bo xwe peyda bikin.
Di dawiyê de, parêzgar ragihand, projeyên du-sayerkirina rêyên Şeqlawe û Koyeyê di qonaxa dawî de ne û Hewlêr ber bi qonaxeke nû ya avadaniyê ve diçe.