Mesrûr Barzanî: 2025 sala projeyên stratejîk û çaksaziyê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya hatina sala nû ya 2026an peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de diyar kir ku sala borî sala serkeftinên stratejîk bû û hêvî xwest ku di sala nû de kabîneya nû ya hikûmetê were avakirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 31ê Berçileya 2025an bi boneya hatina sala nû ya zayînî ya 2026an, pîrozbahiyên xwe yên germ arasteyî gelê Kurdistanê kir û hêviya saleke tijî şahî û aramî xwest. Herwiha Serokwezîr sala 2025an wekî saleke tijî destkeft û projeyên giring, lê di heman demê de saleke tijî astengî û zehmetî pênase kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi helkefta hatina sala nû ya zayînî ya 2026an, pîrozbahiyên xwe yên herî germ li hemû hevniştimanên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdistaniyan dikim û hêviya saleke tijî şahî û aramî ji wan re dixwazim.

Sala borî, sala çendîn destkeft û encamdana gelek projeyên giring û stratejîk bû; di heman demê de sala astengî û rûbirûbûna zehmetyariyan bû.

Bi piştevaniya Xwedayê Mezin û xweragiriya xelkê niştimanperwer ê Kurdistanê, me sala borî karî çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda de, bi taybetî dabînkirina elektrîka berdewam, çareserkirina kêşeya kêmaviyê, avakirina rê û binesaziyê û başkirina jêrxana darayî û bankî bi encam bigehînin û em di xizmetkirina zêdetir a xelkê Kurdistanê de berdewam in.

Em hêvîdar û xwazyar in ku di demeke nêz de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn, ku mixabin bi mebest rê li ber pêkanîna wê hatiye girtin.

Pêwîst e êdî berjewendiyên bilind ên Kurdistanê nebin qurbana berjewendiyên tu aliyekî.

Her wiha em hêvîdar in kabîneya nû ya fîderal jî di paşerojeke nêz de li ser bingeha prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê were pêkanîn.

Sala nû li hemûyan pîroz be û herdem di şahî û tendirustiyê de bin.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
31.12.2025