Serok Barzanî sala nû li gelê Kurdistanê pîroz dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi helkefta sala nû ya Zayînî pîrozbahiyê li malbatên şehîdan, Pêşmergeyan û hemî xelkê Kurdistanê dike. Herwesa hêvî dike ku, sala nû ji bo Kurdistan, Iraq û hemî cîhanê sala xêr û xweşî û bexteweriyê be.

Serok Barzanî îro (Çarşem, 31.12.2025) bi helkefta serê sala nû ya Zayînî peyameka pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Ez bi germî pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, pêkhateyên olî û neteweyî û hemî xelkê xweşevî yê Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî herwesa hêvî dike ku, sala nû ji bo Kurdistan, Iraq û hemî cîhanê sala xêr û xweşî û bexteweriyê be.