Tirkiye.. 125 kes bi gomana endamtiya DAIŞê hatine girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku, di çarçoveya kampanyayekê de li seranserî Tirkiyeyê, 125 kes bi gumanbariya endamtiya rêkxistina terorîstî ya DAIŞê hatine girtin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya îro (Çarşem, 31.12.2025) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî: “Hêzên ewlehiyê îro, di çarçoveya kampanyayekê de li seranserî welat, 125 kes li 25 parêzgehên cuda cuda bi gumanbariya endamtiya DAIŞê girtine.”
Ali Yerlikaya amaje jî da ku, tenê di meha borî de di operasyonên cuda cuda de 137 gumanbarên DAIŞê hatine girtin.
Navbirî vîdyoyek belav kiriye ku tê de, hêzên ewlehiyê malên hejmareka gumanbaran pişkinîn dikin, ku hin ji wan hatine girtin.
Ev kampanya piştî wê yekê hat kirin ku, li roja Duşemê (29.12.2025) sê polîs di operasyonekê de li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de li Yelovayê li bakurê rojavayê Tirkiyeyê hatin kuştin.
Hefteya borî, Fermandariya Cendermeyan a Tirkiyeyê haydarî li ser îhtîmala êrîşa DAIŞê li deverên giştî û biqerebalix ên Tirkiyeyê da û got ku, di plana rêkxistina DAIŞê de heye ku di ahengên pêşwazîkirina sala nû 2026 de êrîşên terorîstî bike.
Herwesa rayedarên Almanya û Avusturalya jî welatiyên xwe yên ku diçin Tirkiyeyê li ser "gefa terorê" hişyar kirine.
Ev jî di demekê de ye ku, çekdarên DAIŞê li serê sibeha 1.1.2017ê de êrîşeka xwînî kir ser yaneyeka şevê li Stenbolê û 39 kes kuştin, ku piraniya wan biyanî bûn.