Li navenda Helebê teqîn: 1 kuştî û 2 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, di şeva sersalê de li navenda Helebê êrişeke xwekujî pêk hatiye û di encama de polîsek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, li taxa Bab al-Faraj a navenda bajarê Helebê, li nêzîkî "Dergehê Qeseb" êrişkarekî xwekuj kembera xwe ya teqîner di nava dewriyeyeke polîsan de teqandiye.

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand, hêzên polîs li xaleke pişkinînê guman ji kesekî kirine û xwestine wî kontrol bikin, lê êrişkar xwe teqandiye. Di encamê de endamekî hêzên polîs jiyana xwe ji dest da û du endamên din jî birîndar bûn.

Rêveberê Ewlehiya Helebê Mistefa Enedanî derbarê armanca êrişê de daxuyaniyek da û got, wî êrişkarî dixwest êrişî yek ji dêrên li navenda bajêr bike. Enedanî destnîşan kir ku bi saya hişyariya hêzên ewlehiyê, êrişkar berî ku bigihîje armanca xwe hatiye dîtin û rê li ber karesatekî mezintir hatiye girtin.

Berdevkê Wezareta Navxwe Nûredîn El-Baba jî diyar kir, tîmên wan ên lêkolînê li ser kar in û ji bo naskirina nasnameya êrişkar û aliyên ku li pişt vê êrişê ne, lêpirsîneke hûr û kûr dane destpêkirin.