Li taxên Kurdan ên Helebê 13 dibistan ji ber dorpêçê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dorpêça li ser taxên Kurdnişîn ên Helebê bandoreke giran li proseya perwerdeyê dike. Komîsyona Perwerde û Fêrkirinê ya her du taxan (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) ragihand, ji ber sermaya zivistanê û nebûna sotemeniyê, wan biryar daye 13 dibistanan heta 4ê Çileya 2026an bigirin.
‘Rêjeya amadebûna xwendekaran daketiye %60’
Seroka Komîsyona Perwerdeyê Zahîde Reşîd ji medyaya herêmî re aşkere kir, 3 dibistanên ser bi Rêveberiya Xweser û 10 dibistanên hevbeş ên bi hikûmeta Sûriyeyê re hatine girtin.
Reşîd destnîşan kir jî, serm û nebûna sotemeniyê bandoreke neyînî li derûniya zarokan kiriye û got: "Rêjeya amadebûna xwendekaran daketiye %60î, ku ev di warê perwerdeyê de asteke metirsîdar e. Ji bo parastina tenduristiya zarokan, me ev biryara girtinê da."
25 hezar xwendekar di bin metirsiyê de ne
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi giştî 25 hezar xwendekar hene. Zahîde Reşîd bal kişand ser kêşeya pirtûkan jî û diyar kir, tevî qonaxa yekem a xwendinê bidawî bûye, wan hîn nekarî pirtûkan ji bo 4 hezar xwendekaran dabîn bikin. Amaje bi wê jî kir, heke dorpêç neyê rakirin, dibe ku dema girtina dibistanan were dirêjkirin.
200 hezar sivîl di bin dorpêçê de ne
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku di bin kontrola hêzên Kurdî de ne, demeke dirêj e ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar ve hatine dorpêçkirin. Ev dorpêç bûye sedema qeyraneke mirovî ya kûr; xwarin, derman û sotemenî bi zehmetî dertê herêmê.
Tevî agirbestê jî, rewşa ewlehiyê ne aram e û zêdetirî 200 hezar niştecihên van taxan di nava şert û mercên giran ên jiyanê de ne. Komîsyona Perwerdeyê bang li aliyên peywendîdar kir ku dorpêç were rakirin da ku xwendekar mîna navçeyên din ên Sûriyeyê karibin vegerin dibistanên xwe û sala xwe ya xwendinê temam bikin.