Sinan Çiftyurek: Rakirina parêzbendiyan hincet e, çareserî di siyaseta demokratîk de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Sinan Ciftyurek ragihand, hewildanên ji bo rakirina parêzbendiya 22 parlamenterên opozîsyonê pêngaveke siyasî ye û tekez kir ku pirsa Kurd bi doz û fezlekeyan nayê çareserkirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sinan Ciftyurek, di beşdariya bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de, li ser pêla nû ya fezlekeyên li dijî parlamenteran û pêvajoya siyasî ya li herêmê nirxandineke hûr kir. Ciftyurek bal kişand ser rola siyaseta demokratîk û pêdiviya bi çareseriyeke aştiyane.
Sinan Ciftyurek diyar kir, şandina 37 dosyeyên (fezleke) nû bo parlamentoyê yên li dijî 22 parlamenteran, ku di nav wan de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û parlamenterên CHP’ê jî hene, berdewamiya polîtîkayeke kevn e.
Ciftyurek herwiha got: "Rakirina parêzbendiyan tenê hincetek e. Armanca sereke ew e ku dengê nûnerên gel were birîn û siyaseta Kurd were lawazkirin. Heya niha di vê xulê de 833 dosye hatine amadekirin, ev nîşan dide ku dewlet hîn jî bi çavê 'ewlehiyê' û 'tometbarkirinê' li pirsgirêkên siyasî dinêre."
Ciftyurek bal kişand ser girîngiya "Peymana 10ê Adarê" ya li Rojavayê Kurdistanê û bandora wê ya li ser Bakurê Kurdistanê. Herwiha destnîşan kir ku çareseriya li Sûriyeyê û ya li Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne û got: "Li Sûriyeyê pêdivî bi sîstemeke federal û nenavendî heye, da ku mafên Kurd, Elewî û Durziyan werin parastin. Ev hewcehiyeke sosyolojîk e. Heke Tirkiye dixwaze di hundir de aram bibe, divê li hemberî destkeftiyên Kurdan ên li Rojava jî xwedî nêzîkatiyeke demokratîk be."
Parlamenterê DEM Partiyê rexne li helwesta "ewlehîparêz" a hikûmetê û MHP’ê girt û bang kir ku Tirkiye ji sîstema zextê dûr bikeve. Çiftyurek wiha berdewam kir: "Kurd amade ne ji bo diyalog û aştiyê. Lê nabe ku her carê bi hênceta 'terorê' rê li ber siyaseta demokratîk were girtin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi planeke nû ya demokratîk heye ku tê de hemû pêkhate bi nasnameya xwe werin qebûlkirin. Rakirina çekan û aştiya mayînde tenê bi naskirina mafên rewa yên gelê Kurd pêkan e."
Sinan Ciftyurek di dawiya axaftina xwe de hêvî xwest ku sala 2026an bibe sala çareseriya siyasî û dawîanîna li polîtîkayên "înkar û qeyûman".