HSD: Nûçeyên êrişên li Reqa û Bokemalê derew in
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, nûçeyên derbarê bombebarankirina navenda Firqeya 17’an a li Reqayê û topbarankirina herêma Bokemalê de dûrî rastiyê ne.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên ku di hinek dezgehên ragihandinê de hatine belavkirin, da. HSD’ê destnîşan kir ku nûçeyên derbarê êrişên wan ên li ser Reqa û Dêrazorê de "derew û gotegot" in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tI bombebaranek bi drona ji aliyê hêzên wan ve li dijî baregeha Firqeya 17’an a li derdora Reqayê pêknehatiye.
Herwiha, HSD’ê nûçeyên derbarê topbarankirina gundekî li nêzîkî bajarê Bokemalê yê ser bi parêzgeha Dêrazorê ve jî red kir û wekî îdiayên "bêbingeh" pênase kir.
Ev daxuyaniya HSD’ê piştî wê yekê hat ku medyaya nêzîkî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê nûçeyên bi wî rengî belav kiribûn. HSD’ê ragihand ku ev nûçeyên derewîn bi mebest têne belavkirin, da ku aramî û ewlehiya herêmê bixin metirsiyê.
Di dawiya daxuyaniyê de HSDê tekez kir, "Hêzên me diyar dikin ku em di her warî de amade ne ku van îdiayan aşkera bikin û aliyên li piş van îdiayan berpirsiyarên armanc û encamên wan dibînin."