Newroz Uysal: Rakirina parêzbendiyan operasyoneke siyasî ye û li dijî vîna gel e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal ragihand, daxwaza ji bo rakirina parêzbendiya 22 parlamenteran ne mijareke hiqûqî, lê operasyoneke siyasî ye ku armanc dike pêşiya siyaseta demokratîk bigire.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal derbarê şandina fezlekeyên nû bo Parlamentoya Tirkiyeyê, ji Kurdistan24ê re diyar kir, daxwaza rakirina parêzbendiya 22 parlamenterên DEM Partî û CHP’ê, bi taybetî li ser 37 dosyeyên cuda, wekî berdewamiya "rojên reş" ên salên 2015-2016’an e. 

Uysal herwiha got: "Ev nêzîkatî di Parlamentoya Tirkiyeyê de êdî bûye tiştekî asayî. Dema dewlet naxwaze pirsa Kurd bi rêyên siyasî çareser bike, serî li rakirina parêzbendiyan û krîmînalîzekirina siyasetmedaran dide. Lê dîrokê nîşan daye ku girtina parlamenteran û rakirina parêzbendiyan ti pirsgirêk çareser nekirine, berevajî wê krîz kûrtir kirine."

Uysal destnîşan kir, tîmên hiqûqî û komîsyonên parlamentoyê di bin bandora biryarên siyasî de ne. Herwiha got, her çend ev dosye bi navê "hiqûqê" werin amadekirin jî, naveroka wan bi temamî li ser axaftin û xebatên siyasî yên parlamenteran hatine avakirin. 

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal bal kişand ser wê yekê ku tometbarkirina siyasetmedaran bi "endamtiya rêxistinê" re hincetek e ji bo bêdengkirina milet.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Uysal bal kişand ser daxwazên gelê Kurd ên ji bo aştiyê û wiha berdewam kir: "Îro hem Ocalan û hem jî DEM Partî îradeyeke pir xurt ji bo aştiyê nîşan didin. Gelê me daxwaza jiyaneke bi rûmet û demokratîk dike. Lê bersiva dewletê ya bi fezleke û parêzbendiyan, nîşan dide ku hîn jî naxwazin îradeya Kurd nas bikin. Heta ku dewlet ji vê feraseta 'ewlehîparêz' dûr nekeve û nasnameya Kurd di destûrê de neyê qebûlkirin, ev cure zext dê berdewam bikin."

Newroz Uysal di dawiyê de tekez kir, çareseriya pirsa Kurd ne tenê girêdayî Tirkiyeyê ye, lê pirseke herêmî û cîhanî ye û got: "Aştiya li Bakur, bandoreke rasterast li ser aramiya Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn dike. Divê hemû alî fêm bikin ku bi darê zorê û bi fezlekeyan îradeya milet nayê şikandin. Çareserî tenê bi diyalog û siyaseta demokratîk pêkan e."