Di êrîşên artêşa Sûriyeyê yên li ser HSDê de 5 kes hatine kuştin

Tophavêjeka artêşa Sûriyeyê ku berê wê li HSDê û deverên Kurdan e
Tophavêjeka artêşa Sûriyeyê ku berê wê li HSDê û deverên Kurdan e

Navenda Nûçeyan (K24) - Di encama pevçûnên leşkerî yên di navbera Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li bajarê Helebê pênc kes hatine kuştin, ku çar ji wan welatiyên sivîl bûn.

Ev pêşketina meydanî ya xeter piştî çend mehan ji sistî û bêhêvîbûna danûstandinên siyasî yên di navbera her du aliyan de tê, ku bûye sedema çêbûna aloziyê li deverê.

Çavkaniyên medyayê amajeyê didin ku, her du alî hevdu bi destpêkirina êrîşan tometbar dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku, droneka Wezareta Berevaniyê ya Demkî taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kiriye armanc û di encamê de welatiyekê sivîl hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.

HSDê herwesa gotiye ku, hêzên artêşa Sûriyeyê bi çekên giran deverên Dêr Hafirê û derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirine, ji ber wê yekê ew mafê bersivdanê ji bo parastina deverên xwe rewa dibînin.

Ji aliyekê din ve rayedarên xwecihî yên Helebê HSDê bi binpêkirina peymanan tometbar dikin û dibêjin: “Ji ber armanckirina devera çarçoveya Şeyhanê, endamekê Wezareta Berevaniyê hatiye kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne.”

Herwesa Ajansa SANAyê ya fermî ya nûçeyan jî belav kiriye ku, di encama topbarankirina avahiyên akincîbûnê yên taxa Meydanê de, sê welatiyên sivîl hatine kuştin ku du ji wan jin bûn.

Ev alozî tenê du rojan piştî lidarxistina gereka nû ya danûstandinan li Şamê tê, ku bi awayekê bê encam bi dawî bû. Mijara sereke ya wan hevdîtinan tevlihevkirina hêzên HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de bû, lê belê tu lihevkirineka konkirîtî nehat bidestxistin.

Her çend Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera li roja 10ê Adara sala borî ji bo yekkirina dezgehan peymanek îmze kiribû û biryar bû ku heta dawiya sala 2025ê ew peyman hatiba bicîhanîn, lê cudahiya nerînên her du aliyan rê li ber pêşveçûna wê pêvajoyê girtiye.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwaza pergaleka nenavendî û binecihbûna mafên xwe di destûrê de dikin, lê Şamê heta niha bersiva wan daxwazên wan nedaye. Ev pevçûn di demekê de ye ku zextên navneteweyî û herêmî bandoreka rasterast li ser paşeroja têkiliyên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de hebûye û navber navber dibe sedema serhildana şer û pevçûnan li Helebê û deverên din.