Bahçeli: Em dê bo biserxistina pêvajoya aştiyê berdewam bin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) ragihand: “Li demeka nêzîk Tirkiyeyeka bê şer û alozî pêngav pêngav tê bidestxistin û bizavên biserxistina pêvajoya aştiyê dê berdewam bin.”
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli îro (Sêşem, 06.01.2026) ragihand: “Li demeka nêzîk Tirkiyeyeka bê şer û alozî pêngav pêngav tê bidestxistin. Em rêyê nadin tu kesekî ku vê pêvajoyê têk bide. Em dê bi tundî li dijî wan kesan rawestin ên ku li derfetekê digerin da ku vê pêvajoyê têk bibin.”
Bakçelî herwesa got: "Em li ser bidestxistina Tirkiyeyeka bê şer cidî ne û me îradeyeka xurt û bênavber ji berevanîkirina ji hevgirtin, hevsengî û biratiyê heye. Em bi aramî li ser bizavên xwe berdewam in, da ku ev pêvajo bigihîje armanca xwe."
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sebrî Ok li roja Yekşemê (26ê Cotmeha 2025ê) li quntara Çiyayê Qendîlî bi tevlîbûna 25 çekdaran di konferanseka rojnamevanî de pêngaveka kiryarkî ya nû ya partiya xwe li ser pêvajoya aştiyê ya nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ragihand.
Parlamentoya Tirkiyeyê jî li roja Înê (21ê Mijdara 2025ê) bi dengên sê li ser pêncê yên tevaya endamên Komîsyona Hevdengiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê biryar da ku serdana Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê bikin.
Di wê komîsyonê de, 32 dengên erê, sê dengên bêalî û du dengê nexêr hebûn.