HSDê amara bombebarana dijwar a li ser taxên Helebê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên girêdayî HSDê amara bombebarana dijwar a li ser taxên Helebê belav kir û ragihand ku, hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê bi rêya bikaranîna tank û mûşekan êrîşî deverên sivîlan kiriye, ku di encamê de 29 sivîl bûn qurbanî û pevçûnên dijwar hîn jî berdewam in.

Hêzên Ewlehiya Navxweyî (Asayîş) yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeydê li bajarê Helebê rastî êrîşeka berfireh û bombebaraneka giran ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê ve hatin.

Li gorî ragihandina Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên girêdayî HSDê, ew êrîş bi rêya tank, topxaneyên giran, racîmeyên Grad, Katyûşa û gulehawinan li ser wan taxan hatine kirin ên ku zêdetirî 600 hezar welatiyên sivîl lê dijîn.

Wê bombebaran li ser deverên Mexseleya Cezîreyê, Mizgefta Hesenê, Mizgefta Mezin a Şêx Meqsûdê, Cadeya Mobîlyayan li Eşrefiyeyê, Cadeyên 15 û 20ê, Meydana Şehîdan, Şeqêf û akincîbûna ciwanan hatiye kirin.

Ewlehiya Navxweyî eşkere jî kir ku di encama wê bombebaranê de, sê welatiyên sivîl hatin kuştin û 26 kesên din jî birîndar bûn, ku di nav wan de zarokên dusalî û sêsalî û welatiyê 85 salî hebûn.

Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên girêdayî HSDê tekez jî kir ku, wan di çarçoveya mafê berevaniyê de bersiva çavkaniya êrîşên wan daye û kariye ku pênc bizavên derbazbûna wê meydanê ji bo nav wan taxan pûç bikin û zirarên canî bigihînin wan.

Hêzên ewlehiyê amaje jî da ku, piştî bêdengiyeka demkî ku nêzîkî du saetan dom kir, komên girêdayî Hikûmeta Şamê careka dî bi rengekê dijwartir dest bi bombebarankirina wan taxan kir.