PWK: Rêveberiya Şamê bi hişmendiya şovenî êrişî Kurdên Helebê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser taxên Şêx Neqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. PWK’ê bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku rê li ber van êrişan bigire û daxwaz ji Kurdan kir ku bi helwesteke yekgirtî li dijî vê siyasetê derkevin.

Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 7ê Çileya 2026an derbarê êrişên dawî yên li ser taxên Kurdan ên bajarê Helebê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, "Êrişên Rêveberiya Şamê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê, nîşana siyaset, hişmendî û helwesta Şamê ya li dijî gelê Kurd e. Ew bi hişmendiya şowenî tevdigere."

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWK:

Em êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin

Hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê du roj in bêyî ku cudahiyê bixin navbera sivîl û leşkeran li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in bêyî ku cudahiyê bixin navbera sivîl û leşkeran topbaran dikin, hêzên HSDyê jî bersiva wan didin. 

Di van êrîşên hêzên girêdayî Hikûmeta Sûrîyeyê de hinek kuştî û birîndar hene.

Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihand ku ji niha û pê ve hemû wargehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, wekî ‘hedefên leşkerî yên rewa’ tên dîtin û dê bên armanckirin.

Êrîşên komên çekdar yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê û Artêşa Sûrîyêyê yên li ser taxên kurdan ên Helebê, nişana siyaset, hişmendî û helwesta Rêvebirîya Şamê ya li dijî gelê kurd e. Rêvbirîya Şamê bi hişmendîya şowenî ya Erebî tevdigere. 

Em van êrîşên komên çekdar yên girêdayî Hikûmeta Şamê û Artêşa Sûrîyêyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in şermezar diki.

Em bangî Hevpeymanîya Navdewletî dikin da ku demildest rê li ber  van êrîşên Rêvebirîya Şamê bigrin.

Hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê divê van êrîşên Hikûmeta Şamê yên li ser taxên kurdan ên li Helebê bi helwesteke yekgirtî şermezar bikin, divê li doza gelê me yê Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin, piştgirîya wan bigrin.