Ewlekariya Helebê: Tu agirbest nînin û Hikûmeta Şamê amadekariyên êrîşeka berfireh dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê bi tundî hebûna her rengekê agirbestê red kir û haydarî da ku, hêzên Hikûmeta Şamê di bin perdeya belavkirina gotgotkên têkdanê de, xwe ji bo êrîşeka berfireh di saetên pêş de amade dike, ew jî piştî ku di çar êrîşên pêştir de bi ser neket.

Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê îro (Çarşem, 07.01.2026) ew gotgotk red kirin ên ku behsa hebûna aramî an agirbestê li bajarê Helebê dikin û ew wekî têkdan binav kirin.

Ewlekariya Helebê di wê ragihandinê de got: "Hemî nûçeyên ku behsa hebûna aramiyê dikin ne rast in û armanc dikin ku, raya giştî bixapînin û tawanên çekdarên hikûmeta Şamê veşêrin."

Li gorî wê ragihandinê, hemî bizavên aramkirina rewşê ji ber israra hêzên Hikûmeta Şamê li ser şer bi ser neketin. Hêzên Ewlekariyê haydarî da ku, ew hêz amadekariyan dikin da ku di saetên bê de êrîşeka berfireh bikin, di demekê de ku topbaran û firîna dronên wan berdewam in.

Hêzên Ewlekariyê eşkere jî kir ku, wan hêzan heta niha çar êrîşên li pey hev bi tank û timbêlên zirxî kirine, lê ji hêla hêzên ewlehiyê ve û bi piştgiriya şêniyên wan taxan hatine paşvebirin.

Ewlekariya Helebê li dawiyê jî tekez kir ku, şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê pabend in ku li malên xwe bimînin û bi tundî koçberiya bi darê zorê red dikin, herwesa aliyê beranber jî ji her encameka xeter ku ji ber van êrîşan çê bibe berpirsiyar hesiband.