Hejmara qurbaniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gihîşt 65 kesan
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Helebê ragihand, di encama topbaran û êrîşên sîstematîk ên komên ser bi hikûmeta Şamê ve, heta niha 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 57 kes jî birîndar bûne.
Êrîşa li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di roja xwe ya sêyem de bi tundî berdewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) îro 8ê Çileyê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên sê rojan û rewşa dawî ya li qadê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê, bi topên hawanê, mûşek, tank û dronên (SÎHA) taxên niştecihan dikin armanc. Hat ragihand, di saetên şevê de êrîş dijwar bûbûn, da ku zirarê bigihînin sivîlên di malên xwe de.
Asayişê diyar kir jî, “Di encama van êrîşan de heta niha 8 sivîl şehîd bûn û 57 sivîlên din jî birîndar bûn.”
Asayîşê amaje bi wê kir, komên êrîşkar hewl dane li ser mîhwera Castello pêş de werin, lê ji ber berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev hewildan hatine pûçkirin û êrîşkar neçar mane vekişin. Hat destnîşankirin ku bi hezaran çekdarên "biyanî" jî di nav refên êrîşkaran de hatine komkirin û amadekariya dorpêçeke berfireh dikin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa mirovî ya li her du taxan û hat gotin: "Ji ber ku êrîşkaran di qada leşkerî de bi ser neketin, serî li siyaseta cezayê komî dan. Elektrîk hatine birîn û ketina xurek û dermanan bo her du taxan hatiye qedexekirin. Ev yek binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye."
"Peymana 1'ê Nîsanê hat binpêkirin"
Asayîşa Helebê hikûmeta Şamê û aliyên piştgirê wê wek berpirsiyarê van tawanan nîşan da û diyar kir, ev êrîş binpêkirina "Peymana 1'ê Nîsanê" ye.