Ewlekariya Helebê taxa Eşrefiyeyê ji çekdarên Ehmed Şera paqij kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Pevçûnên dijwar li derdora taxa Eşrefiyeyê ya Helebê berdewam in û Hêzên Ewlekariya Hundirîn karî ku êrîşeka dijwar a çekdarên girêdayî Hikûmeta Şamê bişkînin, ku tê de 13 çekdar hatin kuştin û du timbêlên zirxî jî bi temamî hatin teqandin.

Li gorî daxuyaniya herî dawiyê ya Navenda Ragihandinê ya Ewlekariya Helebê, hêzên berevaniyê bi qehremaniyeka bêhempa bersingên êrîşeka berfireh a tank û timbêlên zirxî girtin û du çekdarên din jî wekî dîl girtin.

Tîmên şareza yên ewlehiyê niha mijûlî pêvajoya pişkinîn û paqijkirina wan avahiyên akincîbûnê ne yên ku êrîşker pêştir çûbûn di nav wan de, di eynî demê de bermahiyên hêzên Şamê ji qada şer reviyane û paşve vekişiyane.

Ev pêşketinên meydanî di demekê de ne ku duhî (Çarşem, 08.01.2026) taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê rastî êrîşeka hêzên Ehmed Şera û komên tundrê yên hevalbendên wan hatin.

Şkandina vê êrîşa nû û derxistina çekdarên biyanî ji nav mal û avahiyên sivîlan piştî wê yekê tê ku, ew dever ji bo dema sê rojan di bin bombebarana bênavber a bi tank û mûşekên Grad de bû.

Ev serkeftina leşkerî ya hêzên Ewlekariya Hundirîn asta amadebaşî û şiyana berevanîkirinê ya wan hêzan li dijî wan planan nîşan dide yên ku armanc dikin ku taxên Kurdan ên Helebê dagir bikin û bi darê zorê şêniyên wê ji cih û warên wan koçber bikin.