Îlham Ehmed: Em amade ne hêzên xwe ji Şêx Meqsûdê bo rojhilatê Firatê veguhêzin

Îlham Ehmed
Îlham Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku, ew ji bo parastina canê welatiyan pêşwaziya veguhestina hêzên xwe ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bo rojhilatê çemê Firatê pêşwazî dikin, bi şertê ku parastina hundirîn û encûmena xwecihî li gorî peymana 1ê Nîsanê ji şêniyan re bên garantîkirin.

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed îro (Şemî, 10.01.2026) li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de got ku, rêveberiya wan pêşwaziya pêşengiya hêzên navneteweyî ji bo veguhastina hêzên wan ji bo rojhilatê çemê Firatê dike.

Di peyamekê de ku ji raya giştî re hatiye arastekirin, Îlham Ehmed tekez kir ku parastina canê sivîlan li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê serpişka karên wan e.

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ron jî kir: “Em pêşniyara hêzên navbeynkar ên navneteweyî ji bo veguhestina wan hêzên li Şêx Meqsûdê ji bo rojhilatê Firatê bi awayekê aram pêşwazî dikin.”

Îlham Ehmed di derheqa şertên veguhestinê de got ku, razîbûna wan bi wê yekê ve girêdayî ye ku, divê hebûna parastina Kurdên navxweyî û mana encûmenên xwecihî ji bo şêniyên wan her du taxan bê garantîkirin, ew jî li gorî bendên peymana 1ê Nîsanê.

Ev daxuyaniya vê berpirsa Rêveberiya Xweser di demekê de ye ku danûstandinên navneteweyî ji bo aramkirina rewşa Helebê û parastina şêniyên Kurd li wê deverê berdewam in.

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev çend roj in ku êrîşên leşkerî li ser her du taxên Kurdan, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, li Helebê dane destpêkirin. Wan bi awayekî bêserûber her du taxên Kurdan bombebaran kirine, wesa jî hejmareka mezin a şêniyên wan taxan aware bûne û hin ji wan jî bûne qurbanî.