Rêveberiya Xweser: Bombebarankirina nexweşxaneyan tawana şer û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber bombebarana berdewam a li ser Nexweşxaneya Xalid Fecrê ji aliyê artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (Şemî, 10.01.2026) bangeka bilez li ser gefa komkujiyê li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê pêşkêşî civaka navneteweyî kir.

Rêveberiya Xweser di ragihandinekê de got ku, Nexweşxaneya Xalid Fecrê ji roja yekê ya êrîşan ve bi rengekê rasterast û bernamekirî hatiye armanckirin. Tekez jî kir ku, bombebarankirina vê nexweşxaneyê wekî dezgeheka sivîl derbazî xaneya "tawana şer" û binpêkirineka eşkere ya qanûnên navneteweyî dibe.

Di pareka din a wê daxuyaniyê de hatiye: "Berdewamiya vê rewşê jiyana nexweş, birîndar û bijîşkan dixe xeterê û dibe sedema astengiya xizmetên saxlemiyê, ku ev jî dibe sedema îhtîmala rûdana komkujî û karesatên mirovî."

Rêveberiya Xweser haydarî jî da ku, berdewamiya bombebaranan dibe sedema bêparbûna sivîlan ji mafê çareserkirinê û zêebûna hejmara qurbaniyan.

Rêveberiya Xweser li dawiyê jî bang li Neteweyên Yekgirtî û hêzên navneteweyî kir ku, bi lez desttêwerdanê ji bo rawestandina êrîşan û dabînkirina parastinê ji bo nexweşxaneyan û tîmên bijîşkî bikin, da ku bikarin bê astengî karên xwe bidomînin.

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev çend roj in ku êrîşên leşkerî li ser her du taxên Kurdan, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, li Helebê dane destpêkirin. Wan bi awayekî bêserûber her du taxên Kurdan bombebaran kirine, wesa jî hejmareka mezin a şêniyên wan taxan aware bûne û hin ji wan jî bûne qurbanî.