Ewlekariya Helebê: Şêx Meqsûd neketiye û îdîayên Şamê nerast in
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê îro (Şemî, 10.01.2026) di ragihandineka bilez de tevaya wan gotgotk û îdîayan red kirin ên ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Şamê ve li ser kontrolkirina taxa Şêx Meqsûdê hatine belavkirin.
Ewlekariya Helebê tekez jî kir ku, îdiaya kontrolkirina %90 ya taxa Şêx Meqsûdê ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ve nerast e û xapandineka eşkere ye û tu eleqeya wê bi rastiya li ser erdê re nîne.
Di wê ragihandinê de hatiye gotin: "Ev gotgotk bizaveka şkestî ye, ji bo veşartina wan tawan û binpêkirinên giran ên ku milîsên Şamê li dijî sivîlan dikin."
Navenda Ragihandinê ya Ewlekariyê li ser rewşa wê taxê jî eşkere kir: “Niha şerê dijwar ê kolanan li dijî milîsên Hikûmeta Şamê berdewam e û hêzên ewlekariyê kariye zirareka mezin û wêranker bigihînin hêzên êrîşkar.”
Ewlekariya Helebê herwesa li ser berdewamiya topbarana hovane ya wê taxê bi tank û mûşekan jî haydarî da. Wê ragihandinê amaje jî daye ku, ev bombebaran bi awayekê sîstematîk jêrxane û nexweşxaneyan dikin armanc da ku şêniyan teror bikin, ev yek jî wekî "binpêkirina eşkere ya hemî qanûn û normên navneteweyî û mirovî" hatiye binavkirin.
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev çend roj in ku êrîşên leşkerî li ser her du taxên Kurdan, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, li Helebê dane destpêkirin. Wan bi awayekî bêserûber her du taxên Kurdan bombebaran kirine, wesa jî hejmareka mezin a şêniyên wan taxan aware bûne û hin ji wan jî bûne qurbanî.