BCF: Ji ber şerê Helebê zêdetirî 138 hezar kes koçberî Efrînê bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rapora xwe ya rojane derbarê rewşa awareyên Helebê de eşkere kir. Li gorî raporê, di nava 72 saetan de, zêdetirî 138 hezar Kurd ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê koçberî herêma Efrînê bûne.
Nivîsgeha Sûriye-Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rapora rojane ya têkildarî bersivdana krîza mirovî ya şêniyên Helebê belav kir. Di raporê de daneyên dawî yên koçberiyê û alîkariyên hatine dabeşkirin cih digirin.
Li gorî rapora Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di 72 saetên dawî de ji ber şer û pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, 27 hezar û 750 malbat (bi giştî 138 hezar û 750 kes) neçar mane malên xwe bicih bihêlin. Herwiha hat ragihandin, heta saet 22:00’ê şeva borî, 2 hezar malbatên din jî gihîştine herêmê.
Tenê li navenda navçeya Efrîn û gundên derdora wê, 110 hezar koçber hatine tomarkirin. Di raporê de bal hat kişandin ser serma û seqaya dijwar a li herêmê û hat diyarkirin ku koçber bi pirsgirêkên giran ên wekî nebûna stargeh, xurek û kincan re rû bi rû ne.
BCF’ê ji bo kêmkirina êşa koçberan tîmên xwe xistine nava liv û tevgerê:
- 8 û 9’ê Çileyê: 2 hezar û 400 danên xwarina germ hatin dabeşkirin û alîkariya bijîşkî ji bo 73 kesan hat dabînkirin.
- Plana 10’ê Rêbendanê: Dezgehê ragihand ku plan dikin îro 3 hezar danên xwarina germ û 400 betaniyan li ser koçberan dabeş bikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her wiha klînîkeke gerok ku ji tîmeke 5 kesan pêk tê amade kiriye. Ev tîma tenduristiyê li nav awareyan digere, da ku nexweş û birîndaran derman bike û pêdiviyên wan ên dermanan dabîn bike.