HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK: Em êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK û PWK li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Şamê bi hişmendiyeke nîjadperest dixwaze destkeftiyên Kurdan ji holê rake û demografiya Helebê biguherîne.
Çar partiyên Bakurê Kurdistanê (Partiya Maf û Azadiyan - HAK-PAR, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur - PDK-BAKUR, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê - PSK û Partiya Welatparêzên Kurdistanê - PWK), îro (10.01.2026) li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê ya hevbeş lidar xistin. Di civînê de bang li civaka navneteweyî û hemû aliyên Kurdistanî hat kirin ku li dijî êrişên li Helebê helwesteke yekgirtî nîşan bidin.
Di destpêka civînê de Serokê PSKyê Bayram Bozyel di derbarê armanca vê civînê de kurte axaftinek kir. Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKê Mehmet Can Azbay kurdîya daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê xwend. Serokê Teşkîlata Diyarbekirê ya HAK-PARê Mustafa Okumûş jî tirkîya daxuyanîya hevbeş xwend.
Daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê wiha ye:
Em êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin.
Hêzên leşkerî yên girêdayî Rêvebirîya Şamê çend roj in bêyî ku cudahîyê bixin navbera sivîl û leşkeran taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in topbaran dikin, êrîşên dijminane pêk tînin.
Di encama van êrîşan de gelek kuştî û birîndar hene.
Rêvebirîya Şamê bi hişmendîya nîjadperestî, şowenî ya erebî, bi van êrîşan dixwaze demografîya Helebê biguherîne û rê li komkujîya gelê Kurd vedike.
Êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên kurdan ên Helebê, ceribandina ji holê rakirina destkeftîyên kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêk anîna sîyaseta dewleteke unîter, totaliter, erebî ye.
Êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên kurdan ên Helebê, destpêka rê li ber girtina, statuyeke Rojavayê Kurdistanê ye; destpêka rê li ber girtina azadî, demokrasi, edalet, pir rengî û wekhevîya hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yê li Sûrîyeyê ye.
Êrîşên komên çekdar yên girêdayî Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in, êrîşên terorî ne, em van êrîşan şermezar dikin.
Em bangî Hevpeymanîya Navdewletî, saziyên navdewletî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin da ku demildest rê li ber van êrîşên Rêvebirîya Şamê bigrin.
Em bangî dewleta Tirkîyê dikin da ku dev ji piştgirîya hêzên nîjadperest û tundrew yên li Suriyê berde û siyaseta dijê Kurd biterikîne.
Hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê divê van êrîşên hêzên tundrew yên li ser taxên kurdan ên li Helebê bi helwesteke yekgirtî şermezar bikin, divê li doza gelê me yê Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin, piştgirîya wan bigrin.
Em bangî Rêvebirîya Xweser û hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku li gorî çerçoweya Konferansa Qamişloyê ya ku roja 26ê Nîsana 2025ê li dar ketibû tevbigerin. Ji bo berjewendî û bidestxistina mafên neteweyî, demokratik yê gelê me Rojavayê Kurdistanê divê Heyeta Temsîlî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatibû qebûl kirin zêdetir çalak bibe û temsîla Rojavayê Kurdistanê bike.
Wek HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK, em bi hemû hêza xwe piştgirîya têkoşîna gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo sîstemeke federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer û têkoşîna hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, dînî, mezhebî, civakî ya hemû gelên Sûrîyeyê dikin.
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)
Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR)
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)